Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne

STENBOL - Hunermend Onûr Evîn bi albûma xwe ya bi navê "Em Nadin" bal dikişîne ser çewisandinên li ser kurdan û evîna wan a ji bo azadiyê. 
 
Albûma "Em Nadin" a hunermend Onûr Evîn ji KOM Muzîkê derket. Stranên di albûma Evîn de bal dikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tiştên di dema qedexeyên derketina derve de li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û bajarên din rû dane. Di vê albuma ku di meha Adarê de di platformên cur bi cur de gihîştiye ber destê muzîkhezan straneke li ser berxwedan û têkoşîna Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç jî heye.
Evîn, di sala 2012'an de jî bi navê "De Tê Were" albûmek derxistibû. 
 
ALBUMA 'EM NADIN'
 
Evîn, bilêv kir ku albuma xwe ya "Em Nadin" di Adara 2022'yan de derxistiye. Evîn, ji bo albuma xwe ya nû got: "Ev album, ji bo min albumek pir watedar e. Ji lew re li Kurdistanê dîroka me tê talankirin. Di sala 2015'an de gava me dest bi xebatên albumê kir Sûr, Cizîr û Nisêbîn dihatin bombekirin. Me jî li hemberî êriş û dagirkeriya li ser welatê me got, 'Em Nadin'". 
 
HUNERA POLÎTÎK
 
Evîn diyar kir ku hunermend divê li dijî zext û zoriyên li ser çand û zimanê kurdî xwedî helwesteke polîtîk bin. Evîn, destnîşan kir ku kurdên ku huner, çand û zimanê xwe diparêzin hîn jî yên kuştin û wiha got: "Heya welatê me û zimanê me azad bibe em ê hunermendê gelê xwe bin." 
 
Evîn bilêv kir ku ji ber vê hunermend jî bi êrişan re rû bi rû dimînin û wiha axivî: "Ev êriş berê jî hebûn. Dibêjin, 'Her kes dikare bi zimanê xwe biaxive, demokrasî heye.' Halbûkî ji bo em klîba albumê çêbikin em çûn Amed û Mêrdînê, me doza cih kir lê nedan. Ev bêtehemuliyeke mezin e. Naxwazin ziman berbiçav bibe û tu azad bibî. Zextên li ser muzîka kurdî li gor berê zêdetir bûne. Lê zext û zorî çi dibin bila bibin em ê her ji bo gelê xwe bibêjin. Em ê stranên xwe ji bo azadiyê bibêjin."