Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin 2025-10-22 10:57:53 AMED - Weqfa Mezopotamyayê ji bo gihandina berhevkaran, bi beşdariya folklorîst û akademîsyenan kursa onlîne li dar dixe. Serlêdana kursê di 2'yê Mijdarê de bi dawî dibe û kurs di 8'ê Mijdarê de dest pê dike.   Weqfa Mezoptamyayê, ev danzdeh sal in li ser ziman û folklora Kurdî kar dike. Weqf di vê çarçoveyê da her sal ji bo gihandina berhevkaran li ser folklora Kurdî bi beşdariya gelek folklorîst û akademîsyenan kursan çê dike. Xwendekarên ku beşdarî van kursan dibin û sertîfîkayan distînin dest bi berhevkariyê dikin. Xebatên ku berhevkar amade dikin ji alîyê Weqfê ve têne çapkirin.   Weqfa Mezopotamyayê heta niha 5 kurs rûbirû, 4 onlîne çê kiriye, niha kursa 5'an ya onlîne çê dike û heya niha bi dehan berhevkar gihandiye. Kursa onlîne dê di 8'ê Mijdara 2025'an de dest pê bike û heya 12'ê Kanuna 2025'an bidome. Kurs, li dor 5 hefteyan e, hefteyê çar rojan dê di danê êvarê de bên dayin. Kontenjana kursê bi 100 kesî bisînorkirî ye. Kesên dixwazin tev li kursê bibin, beriya ku dîroka serlêdanê derbas bibe, heta 2'yê Mijdara 2025'an divê serî lê bidin.     Kursiyer di pêvajoya perwerdeyê da, dê hînî rê û rêbazên berhevkirina folklorê, mijar, cure û teoriya folklorê, li gor serdeman dabêşkirina xebatên folklora Kurdî, devokbûn; taybetmendî û pratîka civakî-çandî, rê û rêbazên deşîfrekirina berhemên edebiyata gelêrî û nexşerêya xebatê ya monografiyên gundan, şairî û dengbêjî di edebiyata devkî da, heyranok di edebiyata Kurdî ya gelêrî da û teknîka qeydkirinê, dibin. Dersdarên kursê tev ji akademîsyen û mamosteyên pisporên folklorê pêk tên û xwedî tecrubeyên bi salan in.    Piştî perwerdeyê, kesên ku heqê wergirtina sertîfîkayê bi dest xistibin, dê sertîfîkayên wan bê dayîn û bi awayekî pispor bikarin derkevin sehayê bi profesyonelî karê berhevkariyê bikin.    Weqfê, gihandina berhevkaran û berhevkirina keresteyên folklorê xistîye nava armancên xwe yên pêşîn û her sal kursên folklorê bi awayekî rêkûpêk çê dike.    Hîkmettîn Atli, Bahoz Baran, Ramazan Pertev, Gulistan Sido, Rêdî Seîd, Necat Keskîn, Mehmet Yildirimçakar, Yahya Yavuz, Omer Delîkaya, Kenan Subaşi û Abdurrahman Gok dê dersên “Rê û Rêbazên Berhevkariya Edebiyata Gelêrî”, “Edebiyata Gelêrî û Cureyên Wê”, “Rê û Rêbazên Deşîfrasyona Berhemên Edebiyata Gelêrî”, “Nexşerêya Xebatê ya Monografiyên Gundan”, “Heyranok Di Edebiyata Kurdî ya Gelêrî de”, “Folklor û Teorî”, “Dabeşkirina Xebatên Folklora Kurdî li Gor Serdeman”, “Şairî û Dengbêjî di Edebiyata Devkî de”, “Devokbûn: Taybetmendî û Pratîka Civakî-Çandî”, “Mîtos û Folklora Kurdî” û “Teknîkên Qeydkirinê û Bikaranîna Cîhazan” bidin.     Kesên dixwazin serî li kursê bidin dikarin lînkê bitikînin û qeyda xwe çêbikin.