Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin

img
RIHA - Li bajarê Kobanê li dijî DAIŞ'ê 134 berxwedanek destanî û dîrokî hat nîşandan. Tevî ku Kobanê hûrhûrî jî bûbû lê bi alîkariya çar parçeyên Kuristanê ji nû ve hat avakirin. 
 
DAIŞ ku li Îraq û Sûriyeyê bêyî ku guleyekê jî biteqîne gelek dever bi dest xistin, di 15'ê Îlona 2014'an de berê xwe da bajarê Kobanê yê Bakur û RojhilatÊ Sûriyeyê. DAIŞ piştî ku gundên li rojhilat, rojava û başûrê gund bi dest xistin, berê xwe da navenda bajêr. Êrişên bi çekên giran hatin kirin, li vir leqayî berxwedana YPG û YPJ'ê hatin. 
 
Şervanên YPG/YPJ'ê, 134 rojan li dijî van êrişan bi çekên ferdî şer kirin. Li 93 welayan bi milyonan kes rabûn ser pêyan. Ev berxwedana ku bi milyonan kesî piştgiriya wê kir bû cihê serketinê. Navenda Kobanê di 26'ê Çileya 2015'an de bi temamî ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Piştî şkandina tarîtiya DAIŞ'ê, bi pêşengiya hêzên YPG/YPJ serdemeke têkoşînê ya nû dest pê kir. Ewilî gundên li derdorê yeko yeko ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin. 
 
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku YPG/YPJ jî di nav de ye, ji bo DAIŞ'ê bi temamî ji Sûriyeyê xalî bike berê xwe dan Minbic, Tebqa û Reqayê. Piştî azadkirina van bajaran, endamên DAIŞ'ê yên sax li Bahozê di devereke teng de hatina zeftkirin û ji wan nêzî 3 hezar jê xwe teslîm kirin. 
 
Berxwedana Kobanê ku hişt êrişên DAIŞ'ê bên şikandin, ji xeynî serketineke leşkerî ew ewrên reş ên li ser axa Sûriyeyê jî hêdî hêdî belav kirin. 
 
BI DEH HEZARAN KES VEGERIYAN
 
Piştî ku DAIŞ ji Kobanê hat derxistin, kesên ku ji bêgavî ji bajêr koç kiribûn vegeriyan. Zêdetirî 62 kesên ku koçî navçeya Pirsûs a Rihayê û bajarên din kiribûn, cardin vegeriyan Kobanê. Bajarê ku ji ber şer ji sedî 80 hatibû xerakirin bi piştgirî û piştevaniyê cardin hat avakirin. Li seranserê cîhanê ji bo avakirina Kobanê piştgiriyeke mezin hat kirin. 
 
ÊRIŞA DUYEM A DAIŞ'Ê
 
Hê gel birînên xwe dicebirandin, DAIŞ careke din komkujiyek pêk anî. Di 25'ê Hezîrana 2015'an de 80-100 DAIŞ'iyên ku kincên YPG'iyan li xwe kiribn, ji sînorê Tirkiyeyê berê xwe dan gundên Kobanê. DAIŞ'î, xwe kirin du kom û êriş birin ser navenda bajêr û gundê Berx Batanê. Şerê li vir 3 rojan dewam kir. 
 
Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê di 21'ê Tîrmeha 2015'an de daxuyaniyek da. Melisê daxuyand ku di vê êrişa nû de li gundê Berx Batanê 27 bi giştî 233 sivîl û 30 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dane. 
 
ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ
 
Kobanê ku xwe ji DAIŞ'ê rizgar kir, di salên dawî de bûye hedefa Tirkiyeyê. Tirkiye di 2 salên dawî de bi Amûrên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) 9 caran bajêr hedef girtiye. Tirkiye ku wêrekiyê ji bêdengiya dewletên garantor digire, bênavber gundên li rjhilat û rjavayê Kobanê bombebaran dike. Herî dawî piştî êrişa bombeyî ya li Taksîma Stenbolê ya di 13'ê Mijdara 2022'yan de qewimî, Tirkiye di 20'ê Mijdarê de careke din êriş bir ser Kobanê. Tirkiye tenê di sala 2022'yan de 78 caran êriş biriye ser Kobanê. 
 
JINÛVEAVAKIRIN
 
Tevî hemû êrişan jî li Kobanê xebatên jinûveavakirinê dewam kirin. Rêveberiya Xweser ku paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan esas girtiye, bajarê ku hema bibêje ji sedî 80 hatibû xerakirin, jinûve ava kir. Li bajêr saziyên wekî tenduristî, perwerdehî, çand û hunerê, ekolojî, jin, ciwan hwd. hatin avakirin. Li tax û gundan meclîs û komun hatin avakirin. 
 
LI DIJÎ TARÎTIYÊ ŞERÊ LI RONAHIYÊ
 
Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto, berxwedana li bajêr û pêvajoya piştî wê nirxand. Îto destnîşan kir ku Kobanê bi berxwedaneke dîrokî hatiye azadkirin û got: "Êrişên di sala 2014'an de li dijî Kobanê hatin kirin dîrokî bûn. Tenê ne şerekî li navçeyeke biçûk bû. Şerê li Kobanê, şerê di navbera hêzên demokratîk û azadîxwaz û hêzên tarî de bû. Çarenûsa mirovahiyê li Kobanê şikil girt. Ger terora ku êriş anî se rKobanê bi ser biketa, ev yek dê bandor li tevahiya gelan bikira. Lewma berxwedaneke gelekî mezin hat nîşandan." 
 
Îto bilêv kir ku piştî Kobanê hatiye azadkirin bajar wêran bûye û got: "Jiyana li vir pir zehmet bû. Wê demê li bajêr ceryan û av tune bû. Ji sedî 80'yê bajêr wêran bûbû. Lê dîsa jî welatiyên Kobanê vegeriyan. Gelê Kobanê vîneke pir zelal da der. Gotin ew ê bajarê xwe jinûve ava bikin. Hemû saziyên hatinx erakirin jinûve hatin avakirin. Pergala li vir bi ruhê azadiyê jinûve tê avakirin." 
 
Îto destnîşan kir ku piştî ku DAIŞ'ê ji bajêr derxistine vê carê Kobanê Tirkiyeyê hedef girtiye û got: "Niha Tirkiye li pêyî lîstikên qirêj e. Rejîma Baasê jî li hemberî gelê me yê li Şehbayê dest bi çewisandinê kiriye. Ji bo jiholêrakirina pergala Rêveberiya Xweser çi ji destê wan tê dikin. Rojane bi çekan êriş dikin û di van êrişan de mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest didin. Hemû kesên li Kobanê di hedefa Tirkiyeyê de ne. Lê gava DAIŞ'ê êriş anî ser bajêr me çawa ev de rparast, em ê li hemberî van êrişan jî wê biparêzin." 
 
MA / Omer Akin
 
Sibê: Li Kobanê berxwedana jinan