Kela berxwedanê: Kobanê

RIHA - Di ser azadkirina Kobanê re ku ji hovîtiya DAIŞ’ê hat rizgarkirin 8 sal derbas bû. Bi pêşengiya kurdan berxwedanek man û nemanê hat kirin û nîşanî dinyayê dinyayê hat dayîn ku kurd û berxwedana xwe nakevin.
 
Piştî ku di nîveka salên 1900’î de li Sûriyê netewperestiya ereb zêde bû, li herêmên ku kurd lê dijîn, polîtîkayeke asîmîlasyonê ya berfireh bi navê "Kemera Erebî" hat meşandin. Di çarçoveya plana ku di sala 1965'an de ji aliyê rejîma Baas ve hatibû qebûlkirin, di sala 1973'yan de hatibû bicihanîn, hemû axa kurdan a li derûdora Çemê Firatê dan ereban. Ji ber vê yekê jî hate xwestin ku demografiya herêmê bê guhertin. Di vê pêvajoyê de ji 150 hezar kurdan re nasname nehat dayîn û mafê hemwelatîbûnê ji wan hat standin û statûya "biyanî" dan kurdan. 
 
SERHILDANA QAMIŞLO 
 
Kurdên ku ji aliyê rejîma Baas ve mafên wan hatin paşguhkirin, di 20’ê îlona 2003’yan de pêkhateyeke nû ava kirin û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ava kirin. Dema ku rêxistinbûna kurdan bi demê re mezin bû, provakasyonên rejîmê jî berdewam kirin. Di 12’ê Adar 2004’an de, di dema maça futbolê ya di navbera tîma Ereban û tîma bajarê Qamişlo ku kurdan piştgiriya wê dikir, fermana komkujiyeke nû hat dayîn û êriş derketin. Di bûyerên ku li ser sirûdên nijadperestiyê derketin de 3 ciwanên kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin qetilkirin. Kurdan li bajarên Dêrik, Amûdê, Hesekê, Kobanê û Efrînê bi taybetî li Qamişlo û li hin taxên Reqa û Helebê serî hildan. Di xwepêşandanan de daxwaza sereke vegerandina mafên ku bi salane hatine bindestkirin bû. 
 
Li gorî rapora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di van çalakiyan de 5 hezar kurd hatibûn girtin. Di hin daxuyaniyên ku piştre hatin dayîn de, herî kêm 40 kes ji ber êrişên rejîmê û îşkenceya li girtîgehan hatin kuştin.
 
Serhildana kurdan derî ango rê li ber serdemeke nû vekir. Kurdan li dijî rejîmê dest bi têkoşîneke organîzetir kirin. Piştî serhildanên gel ên ku di dawiya sala 2010’an de li Tûnisê dest pê kirin û di 15’ê Adara 2011’an de li Sûriyeyê belav bûn, li bajarên rojavayên Kurdistanê demeke nû ya têkoşînê dest pê kir. Kurd di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEV) k udi sala 2011’an de hat avakirin dest bi rêxistinê kirin û kom bûn. Lê rayedarên Rojava dibêjin ku serhildana 2004’an a li Qamişlo dest pê kir, ji bo destpêkirina Şoreşa Rojava destpêkek bûye. 
 
PARADÎGMA OCALAN 
 
Di sala 2012’an de avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin ragihandin. Piştî avakirina YPG/YPJ’ê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li bajarê Kobanê, piştre jî li bajarên Efrîn û Dêrikê yên rojavayê Kurdistanê ji rejîma Baas hatin sitendin. Pêşengên berxwedanê yên ku bi navê “Şoreşa Rojava” derbasî dîrokê bûn, di gelek daxuyaniyên xwe de destnîşan kirin ku paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûye ronahiya berxwedanê û Ocalan gotibû: “Divê her zindi xwe biparêze. 'teoriya gulê' heye. Gul jî bi stiriyên xwe xwe diparêze. Divê em vê fêm bikin. Dema ev rewş di aliyê hiqûqî, aborî û dîplomasiyê de pêk hat, projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derdikeve holê."
 
PIŞTÎ ŞOREŞÊ KOBANÊ 
 
Li Kobana ku tovên şoreşê lê hatin reşandin, 15 kîlometre dûrî navenda navçeya Pîrsûs (Pirsûs) ya Rihayê ye û li ber deriyê sînor ê Murşîtpinarê ye. Li rojhilatê Kobanê Girê Spî, li rojavayê wê Minbic û li bakur-rojavayê wê Cerablûs hene.
 
Piştî ku Kobanê ji rejîma Baas hat rizgarkirin, bi “Peymana Civakî (Peymana Rojava)” li ser bingehê pêkanînên demokratîk û mafên mirovan dest bi rêvebirina xwe kir. Di peymana ku tê de hevoka “Kurd, ereb, asûrî, ermenî û çeçen û îslam, baweriyên xiristiyan û êzidiyan bi hev re dijîn” di rêveberiya yekeyên îdarî de jî ji sedî 40 kotaya zayendî hat dayîn. Kurdî, erebî û suryanî wek zimanên fermî hatin qebûlkirin. Her wiha biryar hat dayîn ku li herêmê hînkirina zimanên din jî bê dayîn.
 
RÊVEBERIYA KANTONÊ 
 
Kobanê bû yek ji sê kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 12’ê Mijdara 2013’an de hatibû ragihandin. Piştre dest bi avakirina organên qanûndanîn, rêveberî û dadwerî kirin. Rêveberiya kantonan weke Meclisa Qanûnçêkirin (Parlamento), Meclisa Rêveber (Hikûmet) û Komîsyona Dadweriyê (Dadwerî) hatiye dabeşkirin. Li gel van desteyan wekî Desteya Hilbijartinê ya Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn a Bilind hatin avakirin. Karên Meclisa Qanûndanîn çavdêriya îcrayê, erêkirina peyman û peymanên navneteweyî ne. Encumen jî dikare ji bo avakirina hikûmetê destûr bide parlamenterekî. Endamên Dadgeha Destûra Bingehîn a Bilind a navborî jî ji aliyê parlamentoyê ve tên diyarkirin. Şer, biryarên aştî û efûyê, pesendkirina bûdceyê, çêkirina planên geşepêdana siyasî û aborî ji erkên parlamentoyê ne. Hêmana ku herêmên xweseriya demokratîk û têkiliyên wan bi navenda kantonê re bi qanûnê diyar dike Meclisa Qanûnçêkirinê ye Girê Spî ku di Cotmeha 2015’an de xweseriya xwe ya demokratîk îlan kir, bi vî rengî xweseriya xwe qebûl kir û bû herêmek kantona Kobanê. 
 
MECLIS Û KOMÎTE
 
Hêmana din a ku di bin kontrola Meclisa Qanînçêkirinê de kar dike û rêveberiya îdarî û cîbicîkar a kantonê pêk tîne, Meclisa Rêveber e. Hevserokên Meclisa Rêveber ku ji cîbicîkirina biryar û yasayên Komîsyona Edaletê û Meclîsa Qanûndayînê berpirsyar e, di heman demê de hevserokatiya kantonê ye. Şaredarî û Meclisên Rêveberiya Herêmî jî rasterast di bin serokatiya hevserokatiyê de xebatên xwe didomînin. Di bin banê Meclisa Rêveber de bi giştî 20 komîteyên ku her yek weke wezaretekê kar dike.
 
Nûnerên komîteyan jî weke şêwirmendên hevserokatiyê tevdigerin. Komîteyên hatine avakirin wiha ne: “Karên Derve, Parastin, Hundir, Dad, Herêmî (Şaredarî, Nifûs û Bajarvanî), Darayî, Ked û Cîhkirina Karkeran, Perwerde, Çandinî, Pîşesazîya Elektrîk û Çavkaniyên Binerdî, Tenduristî, Bazirganî û Aborî.  Malbatên Şehîdan, Ronahî û Ragihandin, Veguhastin, Ciwan û Werzîş, Tûrîzm û Arkeolojî, Ol, Jin û Malbat, Komîteya Mafên Mirovan.”
 
Pêkhateyên xwecihî yên hêzên asayîşa giştî ku girêdayî navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, di bin banê Desteya Karên Hundir a kantonan de kar dikin.
 
Li gorî destûra Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, YPG/YPJ ji ewlekarî û parastina xaka Rêveberiya Xweser û kantonan berpirsyar e.
 
Kobanê ya ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bû "herêma ewle" ya gelan, bû hedefa DAIŞ'ê ya ku di 15'ê Îlona 2014'an de li Iraqê derket holê û bi pêkanînên xwe yên dijmirovahî herêm terorîze kir. Lê belê berxwedana dîrokî ya li Kobanê bû destpêka bidawîanîna DAIŞ'ê ya li rojavayê Kurdistanê û Musilê. Di 26’ê Çileya 2015’an de êrişên çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin û Kobanê bi temamî ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin û bû bajarê azad. Di ser rizgarkirina Kobanê re 8 sal derbas bûn ku hê jî pêlên berxwedanê wê berdewam dikin.
 
ÊRIŞÊN REJÎMÊ 
 
Xalid Berkel ku di navbera salên 2014-2016’an de di Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê de cih girt, behsa pêvajoya Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir. Berkel da zanîn ku di serdema rejîma Baas de li dijî kurdan polîtîkayeke mezin a asîmîlasyonê dihat meşandin û got: "Li dijî gelê kurd polîtîkayeke qirêj dihat meşandin. Gelê kurd hem ji ber sunnî bû û hem jî ji ber nasnameya xwe bi îşkence û girtinan re rûbirû ma. Rêjîmê, ambargo danî ser Kobanê ku ji sedî seda nifûsê wê kurd e. Lê belê gelê Kobanê bi sekna xwe ya fedekarî û qehremaniyê her cure polîtaka têk bir. Dema em li dîroka Kobanê dinêrin gel li dijî hemû êrişan li ber xwe da û bi ser ket."
 
ALTERNATÎFA RÊYA 3'YEMÎN 
 
Berkel anî ziman ku li Kobanê ruhê welatparêziyê bilind e û wiha got: “Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî Sûriyeyê dibe, cihê yekem Kobanê ye. Piştre di pêvajoya serhildana Qamişlo ya sala 2004’an de Kobanê li dijî rejîma Baas helwesta xwe nîşan da. Di van demên dawî de yek sazî û leşkerên rejîmê jî li Kobanê neman. Dema ku li Sûriyeyê bihara gelan dest pê kir, çirûska yekemîn ji bo gelê kurd li Kobanê hat pêxistin. Di wê pêvajoyê de gelê me bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêya 3’yemîn danî pêşiya xwe û rêyeke alternatîf pêşkêş kir. Şoreşa 19’ê Tîrmehê destpêka avakirina pergala nû bû. Di gelek qadên wekî parastin, ziman, çand û perwerdeyê de sazî hatin avakirin. Civak ji bo avakirina şoreşê hat birêxistinkirin.”
 
Berkel îşaretî wê yekê kir ku piştî şoreşa Kobanê hemû hêzên ku dijminatiya kurdan dikirin, bi taybet rejîma Baas li dijî xwerêveberiya kurdan derketin û wiha got: “Tehamûlî xwedîderketina gel a li ziman, çand, dîrok û nasnameya xwe nekirin. Li dijî vê derketin. Bi cureyên çeteyan êrişî Kobanê kirin û xwestin berxwedan û sekna Kobanê têk bibibin. Lê belê bi têkoşîna Şoreşa 19’ê Tirmehê re hemû êriş hatin tekbirin.” 
 
MA / Omer Akin
 
Sibê: Bexwedana Kobanê