Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da

img
ÊLIH - Li Êlihê, karkerê înşaatê Hamdîn Geyîk li înşaata lê dixebitî ket û jiyana xwe ji dest da. 
 
Karkerê înşatê Hamdîn Geyîk (45) ku li înşaateke nêzî Herêma Pîşesaziya Organîze ya Êlihê dixebitî ji înşaatê ket û bi giranî birîndar bû. Geyîk li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Geyîk ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.