Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn

img
ÇEWLIK - Karkeran zema ku Şaredariya Çewlikê daye wan kêm dîtin û biryara grevê dan. 
 
Karkerên di bin baskên xizmetê ya Şaredariya Çewlikê de dixebitin zema ji sedî 22 ku hate pêşniyarkirin kêm dîtin û biryara grevê dan. Ger ku di nava 10 rojan de di navbera şaredarî û karkeran li hev kirinek pêk neyê, dê karker bikevin grevê. 
 
Di dengdayîna ku li şaredariyê hatiye kirin de 386 deng hatin bikaranîn. Karkeran di dengdayînê de bi 377 dengên erênî biryara grevê dan. Karkeran di dengdayînê de 3 dengên neyînî bikar anîn û 6 deng jî hatin betalkirin. Sendîkaya Hîzmet Îş'ê ya girêdayî Hak Îş'ê, Girêbesta Komkariyê bi rê ve dibe.