Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da 2023-01-24 15:55:47   ÊLIH - Li Êlihê, karkerê înşaatê Hamdîn Geyîk li înşaata lê dixebitî ket û jiyana xwe ji dest da.    Karkerê înşatê Hamdîn Geyîk (45) ku li înşaateke nêzî Herêma Pîşesaziya Organîze ya Êlihê dixebitî ji înşaatê ket û bi giranî birîndar bû. Geyîk li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Geyîk ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.